Tirkiyê rêya esmanî da Fransayê bo êrîşî DAIŞê bike

Hikûmeta Tirkiyê destûr da Fransayê da ku esmanê ji bo lêxistina DAIŞê li Sûriye û Iraqê bikar bîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Tirkiyê destûr da Fransayê da ku esmanê ji bo lêxistina DAIŞê li Sûriye û Iraqê bikar bîne.

Dîplomatekî Tirkî ji AFP re got ku Fransayê di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewltî de destûr ji Tirkiyê xwestibû bo êrîşên xwe yên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê û Iraqê pêk bîne, herwiha Tirkiyê jî rê da wî welatî.

Bi riya vê destûrê, dê Fransa bikaribe firokeyên xwe yên şer li navendên Tirkiyê yên leşkerî bikar bîne, bi taybet jî binkeya Incirlîkê.

Fransayê ji Îlona 2014an ve dest bi operesyonên xwe  yên li Iraqê kir, herwiha piştî salekê jî tevlî Hevpeymaniya Navdewletî bû û êrîşên xwe yên esmanî li Sûriyê li dijî DAIŞê kirin, bi taybet jî piştî êrîşên Parîsê di 13 Mijdarê de.

Wek tê zanîn Fransa firokeyên Mîrac 2000 û Rafal bikar tine bo lêdana DAIŞê ku ji Îmarata Erebî û Urdinê radibûn.