NATOyê piştgiriya xwe bo Tirkiyê ragehand

NATO gaveke nû diavêje ku hêza xwe ya li Tirkiyê xurttir bike û bo vê yekê dest bi avêtina gavên nû ên bergiriyê kir. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku tu têkiliya van bergiriyan û xistina firokeya Rûsyayê bi hev re nîn e.

DERYA KILIÇ

K24 – Enqere

NATOyê biryar da ku hêza parastina asîmanî ya li Tirkiyê xurttir bike. Ev biryar ji aliyê Tirkiyê ve bi erênî hat pêşwazîkirin. Hat ragihandin ku NATO bi vê biryarê armanc dike ku têkoşîna li dijî DAIŞê bihêztir bike.

NATO gaveke nû diavêje ku hêza xwe ya li Tirkiyê xurttir bike û bo vê yekê dest bi avêtina gavên nû ên bergiriyê kir. Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku tu têkiliya van bergiriyan û xistina firokeya Rûsyayê bi hev re nîn e.

Stoltenberg da zanîn ku ji ber pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê li Sûriyê daniye operasyonên li dijî DAIŞê lawaz dike û wan jî ev biryar daye: “Bixwe yek ji sedemên vê tevgera NATOyê ev e. Ji ber vê yekê, me kapasîteya hêzên xwe yên amade zêde kir. Ji ber vê yekê me hebûna hêzên xwe yên hevpeymanî li aliyê rojhilat zêde kirin.”

Yek ji pisporên Tirkiyê yê ku di mijara teror û leşkerî ya navneteweyî de xwedî ezmûn Ercan Çitlioglu xala 5emîn a NATOyê bir bîr anî. Çitlioglu got divê ev gavên ji aliyê NATOyê ve tên avêtin di vê çarçoveyê de werin nirxandin: “Gava em berê xwe didin daxuyaniyên Sekreterê Giştî yê NATOyê bo her du aliyan jî xwînsariyê pêşniyaz dike. Bixwe li ber çava ye ku NATO naxwaze qeyrana di navbera her du dewletan de kûr bibe.”

NATO di sala 1949an de hate damezrandin. Tirkiye jî di nav de 28 dewlet endamê wê ne. Li gorî xala 5emîn a NATOyê, çi êrîşa li dijî endamekî NATOyê pêk were, ew êrîş di heman demê de li dijî NATOyê ye. Ji ber vê yekê ev qeyrana di navbera Tirkiyê û Rûsyayê di heman demê de wekî qeyrana NATOyê tê nirxandin.