Îran: Cîvîna Riyadê gotûbêjên aştiyê têk dide

Îranê ragehand ku civîna opozîsyona Sûriyê ya li Erebistana Siudiyê dê gotûbêjên aştiyê yên derbarê dîtina çareseriyeke siyasî de bo krîza Sûriyê têk dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îranê ragehand ku civîna opozîsyona Sûriyê ya li Erebistana Siudiyê dê gotûbêjên aştiyê yên derbarê dîtina çareseriyeke siyasî de bo krîza Sûriyê têk dibe.

Ajansa “Fars” ya Îranî li ser zarê Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Ebdilahiyan ragehand ku, armanca civîna Riyadê ya opozîsyona Sûriyê, têkbirina gotûbêjên aştiya ne ne li ser dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re.

Erebistana Siudiyê 65 alî û kesayetiyên opozîsyona Sûriyê vexwandine civînekê bo yekgirtina nêrîn û helwestên wan beriya gerên dahatû yên civînên aştiyê.

Civînên Vienna 1 û 2 di 30 Cotmeh û 13 Mijdarê de bi beşdariya Amerîka, Rûsya û Îranê û beşdariya welatên mezin ên rojava û Rojhilata Navîn birêve çûbû, ku li ser nexşeyeke 10 xalî lihev kiribûn.

Xalên ku li Viennayê lihevkirin li ser wan hatibû kirin, damezrandina hikûmeteke veguhêz, dariştina destûreke nû û hilbijartinên giştî bû, lê hê nakokî li ser çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed û rola wî di hikûmeta demkî de hene, bi taybetî di navbera Îran û Rûsya û welatên rojava de.

Ebdilahiyan tekez li ser helwêsta welatê xwe kir û got: “Divê gelê Sûriyê çarenivîsa xwe diyar bike.”