Parlamenterekî CHP: Tirkiye ji DAIŞê petrolê dikire

Serokê Rûsyayê Viladimir Putin îdîayeke wiha avêt hole ku li hemû cîhanê deng veda. Ewna jî ew e ka gelo Tirkiye ji DAIŞê petrolê dikire yan na?

K24 - Enqere

Serokê Rûsyayê Viladimir Putin îdîayeke wiha avêt hole ku li hemû cîhanê deng veda. Ewna jî ew e ka gelo Tirkiye ji DAIŞê petrolê dikire yan na? Îdîa li Tirkiyê jî bû cihê nîqaşan.

Piştî xistina firokeya Rûsyayê aloziya di navbera her du dewletan de bi tu awayî nesekinî. Li hemberî daxuyaniyên Tirkiyê yên aram, Rusyayê helwesta xwe tûnddir kir û herwiha nîqaş dijwartir bû.

Serokê Federasyona Rusyayê Vladimîr Putîn di lûtkeya awûhewayê de îdîa kir ku Tirkiye ji DAİŞê petrole dikire, di demek kurt de bo idîaya Putin ji aliyê Îran û Îraqê ve jî piştgirî hat.

Lêkolîner Can Acun vê idîayê wek xweparastina Rusyayê dinirxîne û dibêje: “Îdiayeke bêbingeh e, ji xwe li Suriyê zêde petrol tune ye. Hemû dinya dizane ku di nav axa Sûriyê de petrol tune ye. Armanca Rusyayê ew e ku rejîma Esad li ser piya bihêle, ji bo vê yekê jî çi pêwist be dike.”

Parlamenterê CHPê Erdem Eren jî wêneyên tankeran nîşan da û got sedî sed Tirkiye wê petrole dikire û heta veguhestina wê jî zavayê Erdogan, Berat Albayrak dike.

Erdem Eren îdîa kir ku Berat Albayrak, ji bo vê yekê kirin wezîrê enerjiyê: “Tirkiye, ji rêxistineke terorê petrolê dikire û difroşe Îsraîlê, hikûmetê Tirkiye xistiye nava rewşeke wiha ku nayê qebûlkirin. Ev çend sal in DAIŞ li herêmê bo berjewendiyên Tirikiyê tê bikaranîn, bazirganiyeke dualî di navbera wan de heye.”

Îdia ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve bi zimanekî tund tê rexnekirin, Serokkomar Recep Tayyip Erdogan got “tu kes nikare derewan li Tirkiyê bike yên wan derewan dikin divê îstifa bikin”. Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî ji dîrokê mînak da û got “dema şerê sar jî Sovyetê derewên wiha dikir lê tu kesan ji derewên wan bawer nake.”