Norwej daxwazeke Barzanî erê dike

Mesrûr Barzanî daxwaza pêşkeşkirina çek û teqemeniya ji Norwejê kiribû.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

HikûmetaNorwejê radigehîne ku, ew amade ye alîkarî û hevkariya bêhtir pêşkeşî Herêma Kurdistan û Pêşmergeyan bike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di hevdîtinekê de ligel kanala TV2 aNorwejî de, daxwaz kiribû ku “Norwej bêhtir alîkariya me bike, çek û teqmeniyên bêhtir ji Pêşmerge re bişîne, ji ber ku Pêşmerge take hêze şerê rasteqîne li dijî DAIŞê dike.”

Wezîrê Derve yê Norwejî, Børge Brende bersiva vê daxwaza Barzanî de û got ku, ew amade ne bi awayekî zêdetir alîkariya Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê bikin.

Børge Brende diyar kir jî ku, dê welatê wî hemû hewldanekê bike ji bo ku Hêzên Pêşmerge bi baştirîn awayî perwerde bikin, ji bo ku di şerê li dijî DAIŞê de hêj xurtir bibin.