Ji Kanada heta Girê Spî Pilinga Rojê bîranên xwe vedibêje

Keçeke Kanadayî di nav rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şerê DAIŞê dike û dibeje têkşikandina DAIŞê gelek asan e.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Keçeke Kanadayî di nav rêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de şerê DAIŞê dike û dibeje têkşikandina DAIŞê gelek asan e.

Jineke Kanadayî bi navê Hana Buhman (46) ji ber aloziya li Sûriyê, hatiye Sûriyê û di nav rêzên Yekîneyên Parastinê yên Jinan (YPJ) de bi navê Pilinga Rojê, li dijî DAIŞê şer dike.

Buhman dibêje: “Têkşikandina DAIŞê gelek hêsan e.” Buhman di hevdîtinekê de ligel malpera Business Insider  wiha diaxife :“Hejmara wan ne gelekî zêde ye ku kesek nikaribe rûbirûyî wê rêxistinê bibe, dema rastî bergîriyeke tund tên neçar dibin ku birevin.”

Buhman wiha dibêje: “Piraniya çekdarên DAIŞê têkşikestine û di warê derûnî de jî têk çûne.” Buhman ji bajarê Fankover yê Kanadayê ye, çenteyê xwe amade dike û tê Iraqê, piştî çend rojan çemê Dîcleyê derbas dike, xwe digihîne Rojavayê Kurdistanê û tevlî rêzên YPJê dibe.

Ev demeke di nava YPJê de ye, destpêkê ew çek hilnagire û erkên meydanî dike, lê zêde pê naçe piştre çekê diavêje mile xwe û tevlî şerê li dijî DAIŞê dibe. Pilinga Rojê amaje bi yekê dike ku di meha Hezîrana borî de û di rojeke pir germ de wê û 5 hevalên xwe şerekî tund li dijî DAIŞê kirine. 

Behsa wê yekê jî dike ku çawa çekdarên DAIŞê di şerê Girê Spî de neçar bûne ji wê herêmê derkevin û serkeftineke mezin bidest bixin. Di şerê Girê Spî de Pilinga Rojê hest bi nêzîkbûna mirinê kiriye û dibêje: “Guleya nîşangirekî di ber serê min re derbas bû, ez pê hesiyam ku mirin nêzîk bûye.”

Piştî ezmûneke baş di şerê meydanî de li dijî rêxistina DAIŞê, vedigere welatê xwe, 13 kg jî ji giraniya wê kêm dibe. Piştî mana çend mehan li welatê xwe, careke din dixwaze vegere Rojavayê Kurdistanê û şerê DAIŞê bike. Di Îlona borî de, careke din Pilinga Rojê vedigere Rojavayê Kurdistanê, çeka xwe hildigire û heta niha di nava hevalên xwe de jiyana xwe didomîne. Ew gelekî serbilind e ku di eniyên pêş de şerê DAIŞê dike û dibêje: “Ez bawer im ku em karekî baş dikin.”