Ki-Moon: Proseya Viennayê pêngaveke baş bû

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragehnad ku civîna dahatû ya derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê dê li New Yorkê bê kirin.

K24  – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragehnad ku civîna dahatû ya derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê dê li New Yorkê were kirin.

Sekreterê Giştî yê NY Ban Ki-Moon, got ku civîna dahatû ya derbarê dîtina çareseriyeke siyasî ji bo krîza Sûriyê dê li New Yorkê bê kirin ne li Viennayê. Ki-Moon diyar nekir ka dema wê civînê dê kengî be, lê li gor hinek dîplomatên NYê dê di 18ê vê mehê be.

Ki-Moon wiha axifî:  “Proseya Viennayê ji bo aştiyê pêngaveke nû bû, lê niha em li ser destpêşxeriyeke nû kar dikin bi armanca agirbestekê li ser hemû axa Sûriyê.”

Amerîka, Rûsya, Îran û 17 welatên din yên Rojava û Rojhilata Navîn 2 civîn di 30 Cotmehê û 13 Mijdarê de li Viennayê bo dîtina çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re lidar xistibûn.

Li Viennayê li ser 10 xalan lihevkirin hatibû kirin, damezrandina hikûmeteke veguhêz, dariştina destûreke nû û hilbijartinên giştî 3 ji xalên girîng ên wê rêkeftinû bûn, lê hê nakokî li ser çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar Esed û rola wî di hikûmeta demkî de hene, bi taybetî di navbera Îran û Rûsya û welatên rojava de.