Zarokên Kobanê li çanda xwe xwedî derdikevin
K24 – Kobanê
Navenda Baqî Xido li Kobanê zarokên biçûk û ciwanên herêmê li ser şano, mûzîk û govendê perwerde dike.
Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, Navenda Baqî Xido ya Çandê dest bi perwerdeya dersên fêrkirina şano, mûzîk, stran û govendê bo zarok û ciwanan kir.
Berpirsên wê navendê ji K24ê re gotin ku, niha nêzîka 60 endamên wê navendê hene û li ser 5 koman hatine dabeşkirin, tevî komeke taybet a kesên kêmendam.
Li gor berpirsên Navenda Baqî Xido , ew hewl didin wê navendê mezin bikin, herwiha navendên din jî li Kobanê vekin daku li zarokên dengxweş bigerin û wan pêş bixin.
Navenda Baqî Xido ser bi Desteya Çand û Perwerdê ya Kantona Kobanê ye, tevî ku Kobanê hatiye wêrankirin lê dîsan xwedî li çanda xwe derdikeve.