Lavrov bo Erdogan: Kumê dizan dişewite

Erdogan ragehandibû ku kesê serekî yê bazirganiya petrolê ligel DAIŞê dike, Rûsî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê bersiva Serokê Tirkiyê ya derbarê bazirganiya petrola DAIŞê de da û got: “Kumê dizan dişewite.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferansekî rojnamevanî de li Sirbistanê, bersiva tohmetên Serokê Tirkiyê, Recep Teyyip Erdogan da û got: “Kumê dizan dişewite”

Erdogan beriya niha gotibû ku, mezintirîn bazirganê petrola DAIŞê kesekî Rûsî ye.

Di bersiva vê daxuyaniya Erdogan de, Sergey Lavrov got: “Min ew gotin nebihîstibû, lê tiştekî ecêb e ku piştî çend rojan ji mijara bazirganiya ne rewa di ragehandinê de em van tiştan bibihîsin. Ku niha tenê pendeke Rûsî tê bîra min ew jî, Kumê dizan dişewite.”

Çîroka Rûsî ya “Kumê dizan dişewite” jî ev e, “Di gundekî de gelek dizî çê dibû, lewma gundî çûn cem meleyekî bo bizanin ka kî diziya wan dike, mela got: Tiştekî hêsan e, herin xelkê gund hemiyan li meydana gund kom bikin. Piştî hemû gundî li meydana gund amade bûn, mela bang kir û got: Kumê diz dişewite. Li vir kesekî destê xwe avête kumê xwe. Ku hat zanîn ka kî diz e.”

Tê zanîn ku Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê pêr di konferansekî rojnamevanî de agahîne sîxoriyê bi wêne belav kirin, ku hin kes ji Erdogan ve nêzîk in bazirganiya petrola DAIŞê li Sûriyê û Iraqê dikin.