Artêşa Tirkiyê li ser sînorê Mûsilê bicih dibe

Dê beşdariyê di operasyona azadkirina Mûsilê de bike

K24- Hewlêr

Artêşa Tirkiyê 3 fewcên xwe şandine sînorê parêzgeha Mûsil, bi mebesta beşdarîkirinê di azadkirina wê navçeyê de.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Başîqe, lîwa Behram Doskî îro, 4ê Kanûnê, ji K24 re ragehand ku, hatina wê hêza Tirkî di çarçoveya wê hevpeymaniyê de ku biryar e Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan bajarê Mûsilê kontrol bikin.

Roja 9-10 Hezîrana sala 2014an, rêxistina DAIŞê ya radîkal Mûsil kontrokirin, niha jî amadekarî ji bo destpêkirina operasyona wê navçeyê tên kirin.

Doskî da zanîn ku, heta niha ew hêza Tirkî negehiştiye cihê xwe, lê amadekarî hatine kirin bo gehiştina hêza navborî bi cihê plankirî.

Navborî aşkere kir jî ku, heta niha ji wan re ne diyar e bê ew hêza Tirkî dê ji çi aliyekî ve hevahengiyê ligel Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê bike.

Derbarê dema destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê de, wî fermandarê Pêşmerge got ku, hê dema destpêkirinê nehatiye diyarkirin.

Beriya çend rojan Amerîkayê jî ragehand ku, ew dê hêzeke bejayî bişîne Iraqê ji bo ku alîkariyê hêzên Iraqî di şerê li dijî DAIŞê de bike.

Lê Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî hatina her hêzeke bejayî ya biyanî red dike.

Hatina vê hêza Tirkî û biryara şandina hêza Amerîkî, amaje ne bo nêzîkbûna dema destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê ji dest çekdarên DAIŞê.