Misilmanên Kanadayê li dêra Cihûyan nimêj dikin

Piştî bûyerên Parîsê bi rojekê dêra Aştî li Kanadayê hatibû şewitandin.
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Li yek ji bajarên Kanadayê, Misilman li dêreke Cihûyan merasîmên xwe yên olî birêve dibin.

Li bajarê Peterborough yê ser bi navçeya Ontario ya Kanadayê ve, xelkên bajêr  roja, 14ê Mijdarê, mizgefta Aştiyê şewitandin.

Mizgefta Aştiyê take mizgeft bû li Peterboroughê, lewma berpirsên Dêra Mala Îsraîlê derî ji Misilmanan re vekirin ji bo ku merasîmên xwe yên olî li dêra navborî bicî bikin.

Roja îna borî jî, 150 Misilmanî berê xwe dan Mala Îsraîlê û li wêde nimêja Înê kirin.

Li gor ku li ser malpera France24 hatiye, nifûsa Peterborough 135 hezar kes e, ji wan 8 hezar Misilman û 5 hezar Cihû ne.

Mizgeft rojekê piştî bûyerê Parîsê hatiye şewitandin û biqasî 65 hezar euroyan ziyan gehayê.