Li başûrê Hesekê jiyan nû vedigere gundan

Çekdarên DAIŞê mal û milkên xelkê wêran kirine.
kurdistan24.net

K24- Hesekê

Welatiyên gundên başûrê Hesekê vedigerin zêda we, lê mal û milkên wan wêran bûne.

Peyamnêrê K24 li Hesekê diyar kir ku, piştî azadkirina başûrê bajêr ji dest çekdarên DAIŞên, niha hin bi hin xelk vedigere cih û warê xwe.

Peyamnêrê me da zanîn ku, kesn vegeriyayî êdî nema dizanin jiyana xwe ji ku yan çawaw dest pê bikin, ji ber ku cihê wan wêran bûyw û kevir li ser kevir nemaye.