Baroya Diyarbekirê: Dosyeya kuştina Elçî ji me vedişêrin

Baroya Diyarbekirê li ber deriyê Dadgeha Diyarbekirê ligel sedan parêzer di roja 7emîn de derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyaniyek da.

K24 - Diyarbekir

Lijneya Rêveber ya Baroya Diyarbekirê doh li ber deriyê Dadgeha Diyarbekirê bi sedan hevkarên xwe re di roja 7’emîn de derbarê kuştina Tahir Elçî de daxuyaniyek da.

Cîgirê Serokê Baroyê Diyarbekirê û parêzerê Tahir Elçî, Neşet Girasun, ragihand ku dosyeya lêpirsinê ji wan tê veşartin.

Girasun wiha axifî: “Serokê Baroya me ji aliyê hêzên tarî ve hat kuştin. Mirina wî herkes xemgîn kir. Em ê li ser şopa wî bin. Destûr nayê dayîn ku em li ser dosyeya lêpirsînê lêkolînê bikin. Ti biryarên nehêniya dosyeyê nînin lê wekî ku biryarek heye dosyeyê ji me vedişêrin. Di dema bûyerê de polîsan ew der terk kirine, dozgerî zû neçû cihê bûyerê, delîl nehatin parastin, biryara qedexeya derketina derve ji aliyê Parêzgeriyê ve hate standin. Ev hemû nîşanî me dide ku ji serî û pê de dê lêpirsîneke bi bandor neyê kirin.  Tê gotin ku derbarê kuştina Elçî de 3 kes hatin desteserkirin lê ti eleqeya wan bi vê bûyerê re nîne. Bila hemû delîlên nivîskî, yên bideng û vîdeo bidin me. Em dixwazin lêpirsîn ji bilî polîsan ji aliyê sazî yan jî kesên din ve bê birêvebirin.  Em dixwazin hemû polîs û erkdarên ku li cihê bûyerê çek bikaranîne bêne girtin. Em dixwazin axaftinên bêtêlên polîsan yên beriya kuştina serokê me, yên di dema kuştina wî de û yên piştî kuştina wî bên desteserkirin. Em dixwazin hemû dîmenên wê gavê – eger ku hebin yên Mît û Ewlehiyê jî- bêne desteserkirin. Em dixwazin hemû dîmenên ku ew texsiya 2 êrişkarên tê îdîa kirin ku endamên rêxistinê tê de ne, ji ku heta ku hatibe, li ku sekinî be bêne desteserkirin.  Bila qeydên GPSê yên wê texsiyê bêne desteserkirin. Em dixwazin dîmenên wê rojê ji aliyê helîkoptera ku li ser cihê bûyerê difiriya jî bikin nava dosyeyê de.”