Hatina hêzeke Tirkiyê bo Mûsil bû cihê nîqaşan

Ebadî her çalakiyeke ku ne di çarçoveya hevkariya ligel welatê wî de be red kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku bi armanca beşdarbûna azadkirina wê navçeyê de, Tirkiyê 3 fewcên xwe şandin sînorên Parêzgeha Mûsilê, Amerîka ragehand ku pêngava Tirkiyê ne di çarçoveya çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî çekdarên DAIŞê de ye.

Ji Hezîrana 2014an DAIŞê bajarê Mûsilê dagîr kiriye, niha jî amadekarî ji bo destpêkirina rizkarkirina wê navçeyê tên kirin. Berpirsên Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê duh, ragehandin ku haya wan jê heye Tirkiyê leşkerên xwe şandine wê navçeyê, lê ew pêngava Tirkiyê ne di çarçoveya çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dîjî DAIŞê de ye.

Ji aliyê xwe ve Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Başîqê Lîwa Behram Doskî duh ji K24ê re gotibû ku hatina wê hêza Tirkiyê di çarçoveya Hevpeymaniyê de ye ku biryar e Hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û yên Hevpeymaniya Navdewletî bajarê Mûsilê rizgar bikin.

Serokwezîrê Iraqê jî di daxuyaniyekê de daxwaz ji Tirkiyê kir ku rêzê li sînorên welatên cîranê xwe bigre û bi awayekî lezgîn hêza xwe ji wê navçeyê vekişîne. Ebadî her çalakiyeke ku ne di çarçoveya hevkariya ligel welatê wî de be red kir.