Rûsya êrîşên xwe yên li Sûriyê zêde dike

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku di hefteya borî de li Sûriyê firokeyên wan zêdeyî hezar êrîş birine ser pêgehên terorîstan û bi piranî jî kêlgehên petrolê kirine armanc.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku di hefteya borî de li Sûriyê firokeyên wan zêdeyî hezar êrîş birine ser pêgehên terorîstan û bi piranî jî kêlgehên petrolê kirine armanc.

Artêşa Rûsyayê doh bi daxwiyaniyekê ragehand ku di navbera 26 Mijdarê û 4 Kanûnê de firokeyên wan, hezar û 458 binkeyên teroristan kirine armanc, bêyî ku wan grûpên terorist binav bike.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê Îgor Koşnakov da zanîn ku, êrîşên wan li parêzgehên Idlib, Heleb, Laziqiye, Hema, Humis, Reqa û Dêrezorê bûne. Herwiha hemû êrîşên wan jî di bin çavdêriya firokeyên SU30 de hatine kirin.

Li gor daxuyaniyê jî, 20 bîr û kêlgehên petrolê û 170 barhilgirên petrolê hatine jinavbirin, lê cih û dema wê jinavbirinê nehat eşkerekirin. Li gor Koşnakov, li parêzgeha Laziqiyê leşkergeheke perwerdekirina teroristan hatiye armanckirin û serkerdeyê bi navê Ebû Ebdo û hejmareke zêde ya teroristan hatine kuştin. 

Ji 30 Îlona borî ve, Rûsyayê dest bi êrîşên xwe yên li dijî DAIŞê kiriye, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî, piştî ketina firokeya wan li Sîneya Misrê, ragihandibû ku ew dê êrîşên xwe yên esmanî li dijî DAIŞê tundtir bikin.