Piştî aloziya ligel Rûsyayê îmaja Tirkiyeyê

Xistina firokeya Rusyayê nîqaşeke mezin da destpêkirin û her çend di ser bûyerê re 2 hefte derbas bûne jî bûyer hê di rojeva Tirkiyeyê de ye.
author_image Nevîn Dîrî

K24 - Enqere

Piştî krîza xistina firokeya Rûsyayê, Tirkiye ket nav aloziyeke mezin. Ji aliyê Rûsyayê ve tohmetên giran bo Tirkiyê tên. Li hemberê vê rewşê ji aliyê NATOyê ve piştgirî bo Tirkiyeyê hat. Ji aliyê din ve Tirkiye di siyaseta navxweyî de jî tê rexnekirin. Gelo vê bûyerê bandoreke çawa li ser îmaja-wêneyê Tirkiyeyê kir.

Xistina firokeya Rusyayê nîqaşeke mezin da destpêkirin û her çend di ser bûyerê re 2 hefte derbas bûne jî bûyer hê di rojeva Tirkiyeyê de ye. Gelo balansa Rojhilata Navîn ji niha û pê de wê çawa bibe. Ev mijar û rola Tirkiye ya li herêmê gelekî tê meraqkirin ?

Akademisyen Veysel Ayhan dibêje bandora Tirkiyê ya li ser dewletên Ereban wê zêdetir bibe: “Dema em li Cihanê jî dinêrin em dibinin ku hemû kes êdî ji Rûsan pir aciz bûne. Ukrayna, Ewropa tirs li ser wan heye. Tê xuyakirin ku Tirkiyê bi xistina firokeyê xwest peyamekê bide cîhanê ku ez amade me li hember Rusan şer bikim eger hûn têkiliyên xwe digel min bihêz bikin.”

Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan jî giringiyê dide aştiya digel Kurdan û destnîşan dike ku eger Tirkiye nexwaze Kurd azad bibin wê bi sernekeve: “Tirkiye niha ji aliyê dinyayê ve tê tohmetbar kirin, eger aloziya heyî neye zelalkirin îdiayên girintir jî wê derkevin holê, ji xwe rola Tirikiyê ya li herêmê tu caran baş nebû. Ji ber ku politikayên li herêmê tên sepandin yekser xelet in.”

Piştî bûyerê NATO û Emerîka piştgiriya xwe bo Tirkiyeyê ragihandin û Tirkiye digel dewletên Ereban jî hevdîtinan dike. Danûstandinên dîplomatîk wê encamek çawa derxînin holê? Di balansa Rojhilata Navîn de guhertinên çawa dê pêk bên? Her çend li ser paşerojê eger bên axaftin jî rewşa teqez em ê di rojên pêş de bibînin.