Blair: Şerê li Sûriyê dijî DAIŞê û Iraqê ji hev cûda ne
K24 - Navenda Nûçeyan
Serowezîrê Berê yê Brîtanyayê ragehand ku beşdarbûna welatî wî di operasyonên dijî DAIŞê de li Sûriyê ji şerê Iraqê cûda ye.
Di 3ê Kanûna Pêşîn de Parlamentoya Brîtanya plana Serowezîr David Kameron ya ku beşdariyê di operasyonan de bike pesend kiribû.
Di hevpeyvînekê xwe de li gel kenala BBC a Brîtanî , Serowezîrê Berê yê Brîtanyayê Tony Blair got ku destêwerdana welatê wî di şerê dijî DAIŞê de li Sûriyê cûda ye ji şerê sala 2003ê li Iraqê, ji ber ku hevpeymanên Ereb ên welatên Rojava hene.
Blair da zanîn ku êrîşên Parîsê yên 13ê Cotmeha borî pêşandan ku DAIŞ dê welatiyên Ewropa û Amerîkayê jî bo xwe bike armanc.