Li Dîlokê kargeha teqemeniyan a DAIŞê hat dîtin

Di çarçoveya operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê de, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kargeheke teqemeniyan a DAIŞê hat dîtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya operasyonên hêzên ewlekariya Tirkiyê de, li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê kargeheke teqemeniyan a DAIŞê hat dîtin.

Li bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê kargeheke teqemeniyan a rêxistina DAIŞ’ê hat dîtin. Di kargehê de hejmareke zêde kemer ango xizamên xwekujan hebûn.

Li gor medya Tirkiyê, piştî teqîna li Enqerê hêzên ewlekariyê li bajarê Dîlokê di nav depoyekê de, kargeheke mezin a cebilxane û teqemeniyan a DAIŞê dîtin.

Di wêneyên kargehê de jî derketiye ku kemerên xwekujan li vir tên  amade kirin. Hat gotin ku di vê kargehê de 33 kemerên xwekujan, kabloyên korteks, TNT û madeya amonyom nitrat hatiye desteserkirin.

Herwiha hat gotin ku xwekujên teqîna Enqerê jî xwe li vir amade kirine. Li gor nûçeyan DAIŞê xwestiye 3 êrîşên din jî encam bide. Êrîşek li dijî mîtînga Fîgen Yuksekdag a li Dîlokê, êrîşek li dijî mîtînga HDPê ya li Stenbolê û yek jî dijî Civîna G20 lê hêzên ewlekariyê bi operasyonan pêşiya van êrîşan girtine.