Ryder: Hemû çekdarên DAIŞê jin an zarok dibin armanc

Hevpeymaniya Navdewletî ragehand ku DAIŞ bi awayekî berfereh zarokan wek çekdar bikar tîne, loma her çekdarekî DAIŞê zarok be jî dibe armanca Hevpeymaniyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ragehand ku DAIŞ bi awayekî berfereh zarokan wek çekdar bikar tîne, loma her çekdarekî DAIŞê zarok be jî dibe armanca Hevpeymaniyê.

Berdevkê Serkirdayetiya Leşkerî ya Navîn (USCENTCOM)  Patrick Ryder ragehand ku, piştî Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriye û Iraqê zerarên mezin gihandine DAIŞê, DAIŞ niha bi awayekî berfereh zarokan wek çekdar bikar tîne.

Ryder ew karê DAIŞê wek “Çepelî” binav kir û got ku, ew naxwazin jin û zarokan bikujin, lê her çekdarekî DAIŞê jin be an zarok dibe armanca êrîşên Hevpeymaniya Navdewletî.

DAIŞê pêr vîdeoyek bi navê “Ji kurên Cihû re” belav kir, tê de 6 zarok ku temenê wan di navbera 6 – 10 salî de ye, leşkerekî rêjîma Sûriyê dikujin.

Herwiha li gor amarên Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan, ji destpêka îsal ve DAIŞê hezar û 100 zarok wek çekdar birine nava rêxistina xwe ku ji wan 50 zarok hatine kuştin.