Wezîrekî Îsraîl: Divê Amerîka zêdetir piştgiriya Kurdan bike
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Mushe Yaalon ragehand ku pêwîste Amerîka piştgiriya xwe ya bo hêzên Kurdî zêdetir bike.
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Mushe Yaalon di panêleke Peymangeha Brookings a Washingtonê de axifî got ku Amerîka bi awayekî baş pêbendê erkên xwe yên derbarê Rojhilata Navîn de nebûye, ji ber ku heta niha Rûsya piştgiriya Îran û grûbên Radîkal ên Şîe dike.
Mushe Yaalon amaje bi wê yekê kir ku, piştî rêkeftina wê ligel Amerîkayê Îranê zêdetir baweriya welatên Rojava bidest xistiye û evna jî bûye egera pirçekirina wî welatî.
Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Mushe Yaalon herwiha tekez kir ku dive Amerîka piştgiriya xwe ya bo hêzên Kurdî zêdetir bike.