"Ti hêzeke Tirkiyê nehatiye Başûrê Kurdistanê"

Çavkaniyeke payebilind a ewlekariyê ragihand ku ti hêzeke Tirkiyê nehatiye Başûrê Kurdistanê û tiştê bûye tenê cîguhartineke leşkerî ye.
author_image Siyamend Brim

K24 – Hewlêr

Çavkaniyeke payebilind a ewlekariyê ragihand ku ti hêzeke Tirkiyê nehatiye Başûrê Kurdistanê û tiştê bûye tenê cîguhartineke leşkerî ye.

Çavkaniyeke payebilind a ewlekariya Herêma Kurdistanê ji K24ê re got ku, hatina şêwirmendên leşkerî yên Tirkiyê tenê cihguhartineke leşkerî ye û dê çend mehan bo perwerdekirina hêzên Iraqê li sînorê parêzgeha Mûsilê bimînin.

Li gor heman çavkaniyê, ew şêwirmend Hêzên Pêşmerge perwerde nakin.

Ofîsa Ragehandinê ya Serokwezîrê Iraqê, îro ragehand ku “Hêzeke Tirkiyê derdora 1000 heta 3000 leşker ligel tank û topxaneyan hatine nav axa Iraqê.”

Herwiha hatibû gotin ku; “Hêza Tirkiyê li parêzgeha Nînewa (Mûsil) bicih bûye ji bo perwerdekirina çend grûpên Iraqî û bê wergirtina mohletê ji desthilata Federal ya Iraqê.”

Di heman demê de ajansa Rueterzê li ser zarê çavkaniyeke ewlekariya Tirkiyê ragihandibû ku; “Bi sedan leşkerên Tirkiyê li bajarokê Başîqa ya nêzîkî Mûsilê bicih bûne bo perwerdekirina hêzên Iraqê.” Wê çavkaniya Tirkî hejmara leşkerên welatê xwe li Başîqa eşkere nekir, lê got ku tenê ketîbeyeke leşkerî ye.