Fabuis ji merca çûna Esed vedigere

Wezîrê Derve yê Fransayê ji merca çûna Esed ji desthilatê berya proseya veguhestina siyasî li Sûriyê vedigere.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Fransayê ji merca çûna Esed ji desthilatê berya proseya veguhestina siyasî li Sûriyê vedigere.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius îro 5 Kanûna Pêşîn raguhand ku, jinavbirina DAIŞê tiştekî tekez e, lê bi yekbûna hemû hêzên Sûrî û heremî dê aktîvtir be.

Fabuis ji rojnameya “Le Progres Du Lion” ya Fransî re ragihand jî “Sûryayeke yekgirtî pêwîstiya wê bi veguhestineke siyasî heye, ev jî natê wateya ku Esed berya wê proseyê biçe, lê divê gerantî ji bo pêşerojê hebin.”

Fabius berya çend rojan gotibû “Nabe em danûstandinê bi Artêşa Sûriyê re bikin û Beşar Esed serokê wê hêzê ye. Lê bi destpêkirina proseya veguhestina siyasî re divê Esed nemîne serokê wê atrêşê.”

Fransa berya demekê, pêşniyar kiribû ku bi Artêşa Sûriyê re hevkariyê bo jinavbirina terorê bike, lê bi merca nemana Esed li ser serê wê artêşê.