Iraq: Tirkiyê yasayên navdewletî binpê dike

Hêze Tirkî li eniya Başîqe ya ser bi Mûsilê ve bicih bûye

K24- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê dibêje ku, hatina hêzên leşkerî yê Tirkiyê bo Mûsilê “binpê kirina yasayên navdewletî ye.”

Duh, 4ê Kanûnê, fermandarekî Pêşmerge li eniya Beşîqe ji K24 re got ku, hêzek ji Artêşa Tirkiyê li wê eniyê bicih bûye.

Serokomarê Iraqê, Fûad Mehsûm di daxuyaniyekê de li ser internêtê daxwaz ji Tirkiyê kir ku “hêzên xwe vekişîne û serweriya Iraqê biparêze.”

Ajansa Anadolê ya nîv fermî li Tirkiyê belavkiriye ku, hejmara wê hêzê 150 leşker e û navbera 20-25 tankan ligel wan e, li Beşîqeyê bi mebesta perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bicih bûne.

Mehsûm derbarê şandina wê hêzê de got ku, Tirkiyê “yasayên navdewletî binpê dike.”

Beriya niha jî Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî û wezareta derve daxwaz ji Tirkiyê kiribûn ku wê hêza xwe ji sînorê Mûsilê vekişîne.

Ji 9-10 Hezîrana 2014an ve, Mûsil di bin destê çekdarên rêxistina DAIŞê ya radîkal de ye, niha jî behsa azadkirina wê ketiye rojevê.