Herêma Kurdistanê: Hêza Tirkî ji bo perwerdekirinê hatiye

Hêza Tirkî ji 150 leşkerî pêk tê û hejmarek tank jî ligel xwe aniye.

K24- Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku, binkeyek perwedekirinê ya Artêşa Tirkiyê li ser sînorê parêzgeha Mûsilê heye, hêza ku nû hatiye jî li wir bicih bûye.

Duh, 4ê Kanûnê, fermandarekî Pêşmerge li eniya Beşîqe ji K24 re got ku, hêzek ji Artêşa Tirkiyê li wê eniyê bicih bûye.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sefîn Dizeyî di daxuyaniyekê de îro, 5ê Kanûnê, diyar kir ku, ji bilî binkeya li Başîqeyê, binkeyên perwerdekirinê yên Artêşa Tirkiyê li Qeleçolan û Soranê jî hene.

Iraqê hatina wê hêzê wek binpêkirinekê ji serwerî û yasayên navdewletî daye zanîn û daxawaz ji Tirkiyê kiriye ku wê hêzê vekişîne.

Dizeyî got jî ku, hatina wê hêza Tirkî bo Herêma Kurdistanê, di çarçoveya hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye.

Navborî amaje kir jî ku, Tirkiyê wek endamekê di hevpeymaniya navdewletî de û 3 binkeyên perwerdekirina Hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê vekiriye.

Ajansa Anadolê ya nîv fermî li Tirkiyê belavkiriye ku, hejmara wê hêzê 150 leşker e û navbera 20-25 tankan ligel wan e, li Beşîqeyê bi mebesta perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bicih bûne.