Muftiyê Siûdiyê : Jinavçûna Tirkiyê ziyanê digihîne Misilmanan

Muftiyê Seûdiyê radigehîne: Divê alîkariya darayî ya Tirkiyê bê kirin, ji berku Tirkye welatekî Musilmane.
kurdistan24.net

K24 –Navenda Nûçeyan

 

Muftiyê Siûdiyê radigehîne: “Divê alîkariya darayî ya Tirkiyê bê kirin, ji berku Tirkiye welatekî Misilman e.”

Ebdul Ezîz Al Şêx, mufitiyê Erebistana Siûdiyê, di hevpeyvenekê de tevî kenala “ Al Macid” dibêje: “ Tirkye welatekî Îslamî yê  mezin e, ji navçûn yan lawazbûna wê ziyaneke mezin bi hemû Misilamanên cîhanê digehîne, lewma pêwîst e agehdarî van xalan bin û alîkariya Tirkye bi kin, bi awayekî ku piştevaniya aboriya wî welatî bê kirin. Eger me alîkariya Tirkiy nekir, her wêrankariyek bi ser de bê, dê bandora wê li ser xelk û jiyana wan hebe”.