Daxuyaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê

Barzanî di serdana xwe ya Erebistana Siûdiyê û Îmarata Erebî de pirsên siyasî, şerê li dijî DAIŞê û peywendiyên du alî gotûbêj kiriye.

K24- Hewlêr

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de red dike ku ti pere ji Erebistana Siûdiyê wergirtibin.

Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî bo Îmarata Erebî û Erebistana Siûdiyê, çend dezgehên medyayê yên Başûrê Kurdistanê belav kirine ku “Barzanî 7 milyon dolar ji Siûdiyê wergirtine.”

Di vê derbarê de Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ew nûçe red kir û “dûr ji rastiyê” dan zanîn.

Herwiha daxuyaniyê diyar kiriye ku Barzanî di serdan û hevdîtinan de “ çendîn mijarên girîng xistine ber behs û guftûgoyan, li pêş van mijaran jî pirsa şerê dijî DAIŞê û peyywendiya aborî û dîplomasî” yên ligel Siûdiyê û Îmrata Erebî.

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin ku “Pêwîstiya Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî, bi alîkarî û piştgiriya hemû welatên cîran û dostan heye bi taybetî ku niha di şerekî gelek dijwar û krîzeke kûr a aborî de ye. Ji bo wê yekê di serdana Serok Barzanî ya bo her dû welatan de, ev pirs gelekî bi zelal tekez li ser hatiye kirin û metirsiyên wê bi awayeke aşkere behis kirine.”