Li Diyarbekirê polîsek û Cizîrê 2 leşker hatin kuştin
K24- Diyarbekir
Li bajarên Bakurê Kurdistanê alozî û qedexe berdewamin, li Diyarbekirê jî polîsek û li Şernexê 2 leşkeran canê xwe ji dest dan.
Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê got ku îro, 5ê Kanûnê, danê nîvro di pevçûnên li navçeya Sûrê de polîsek bi guleyan canê xwe ji dest da.
Herwiha ji serê sibeha îro ve, qedexeya çûn û hatinê li van navçeyê Licê: Kabakaya, Yalaza, Dolunay, Ortaç, Baxlan, Çavundur, Varlık, Esenlî û Çanak hat ragehandin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî di dema derbasbûna konvoya leşkerî de teqîn çêbû, 2 leşkeran canê xwe ji dest dan.