Xoce: Nêrîna Serok Barzanî bo me gelekî girîng e

Xalid Xoce dibêje ku Pêşmergeyên Rojava dê bibin beşek ji Artêşa Azad li Sûriyê.
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê, Xalid Xoce dibêje ku hatine Herêma Kurdistanê ji bo “Nêrîna Serok Barzanî derbarê çareserkirina krîza Sûriyê û qonaxa veguhêz de nas bikin.” Diyra kir jî ku “plan heye Pêşmergeyên Rojava bibin beşek ji Aertêşa Azad.”

Xalid Xoce di hevpeyvînekê de ligel K24 ji Hewlêrê îro, 5ê Kanûnê, diyar kir ku, ew li ser vexwendineke fermî hatine Herêma Kurdistanê, da zanîn jî ku ev ne cara yekê ye ku serdana Herêma Kurdistanê dikin.

Derbarê Kongreya Riyadê ya opozîsyona Sûriyê de û gotegotên ku dibêjin Tirkiyê jê nerazî ye, Xoce wiha got: “Nexêr, kongreya Riyadê ne tiştek nû ye û beriya niha lihevkirinek navdewletî di civîna Viennayê de li ser hatiye kirin. Armanc ji wê kongreyê yekgirtina opozîsyona Sûriyê ye ji bo qonaxa veguhêz li Sûriyê.”

Xoce balkişande ser helwesta Hevpeymaniya Opozîsonê ji mafê  Kurdan û wiha bêde çû “Di nav Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyonê de belgeh hatine îmzekirin, ku têde mafê hemû pêkhateyên li Sûriyê diyar kiriye û garantî kiriye. Pêkhateya Kurdî jî pêkhateyak sereke ya gelê Sûriyê ye û di hemû belgeyan de wiha hatiye çespandin ku mafê pêkhateya Kurdî di rêvebirina navçeyên xwe de heye. Divê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî di Sûriyeya paşerojê de erkê xwe bizane.”

Li ser beşdarîkirina Kurdan bi şandeyek serbixwe di kongreya Riyadê de, Xoce diyar kir ku “ENKS daxwaz nekiriye ku bi şandeyek serbixwe beşdar bibe, ew beşek ji Hevpeymaniya Opozîyonê ye û dê di wê çarçoveyê de cih bigire, herwiha dê çend kesayetiyên Kurd ên serbixwe jî beşdar bin.”

Xalid Xoce balkişande ser pirsa Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û got: “Beriya niha şandeyeke hevpeymaniya Opozîsyonê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û ligel fermandarên Pêşmergeyên Rojava civiya bû. Me daxwaz ji Pêşmergeyan kiriye ku tevlî Artêşa Azad bibin, niha jî ew plan di rojevê de ye û gehiştiye qonaxa dawiyê, ez bawerim ku cihê Pêşmergeyan di nav Aertêşa Azad de hatiye zanîn û hin kursî jî ji Pêşmergeyan re hatine diyarkirin.”

Li ser beşdarîkirina Pêşmergeyan di kongreyê Riyadê de, Xoce wiha diyar kir “Me ti şandeyek leşkerî ya taybet nîne heta ku nûnerê Pêşmergeyan jî di nav wan de hebe, tenê dê kesayetiyên siyasî beşdar bin.”

Navnborî diyar kir jî ku, dê roleke Pêşmergeyên Rojava ya bibandor di sîstema leşkerî ya Sûriyeya paşerojê de hebe.

Derbarê grûpên îslamî yên radîkal û pêwendiya Hevpeymaniya Opozîsyonê bi wan re, Xoce amaje kir ku, din Eniya Nusrayê de hin grûp hene ku ser bi Qaîde ve ne, ew kes ti carî pêwendî di navbera me û wan de çênabe.

Xoce diyar kir jî ku, pêwendiyên wan bi Ehrar el-Şam re heye û heta niha ew grûp neketiye di nav lîsteya grûpên radîkal de li Sûriyê.

Derbarê êrîşn li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê de, Xalid Xoce diyar kir ku niha reşwa wê navçeyê xirap e û ew navçeya di bin dorpêça 3 grûpêb çekdar de ye, artêşa Sûriyê, DAIŞ û çend grûpên din ên çekdar.

Derbarê sîstemên kantonan li Rojavayê Kurdistanê de, Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê got ku, ew sîstemek xirap e û wiha berdewam kir “Kiryarên ku PYD jî li wê navçeyê dike karên xirap in, aliyên navdewletî jî çend caran rapor belav kirine ku karên PYD şermezar kirine.”

Herwiha ew kanton jî bi sedemek bo têkdana navçeyê û parçekirina Sûriyê da zanîn.