Fallon: Brîtanya bi êrîşên li dijî DAIŞê aramtir dibe

Fallon da zanîn ku êrîşên şeva borî yên welatê wî kêlgeha el-Umer a petrolê li rojhilata Sûriyê hatiye bombebarankirin.

 K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê ragehand ku operasyonên welatê wî li dijî DAIŞê dê cadeyên Brîtanyayê aramtir bike.

Di 3ê Kanûna Pêşîn de Parlamentoya Brîtanyayê plana Serowezîr David Kameron ya ku beşdarî operasyonan dijî DAIŞê bibe, pesend kiribû.

Li navendeka leşkerî ya welatî wî li Kibrisê Wezîrê Berevaniyê yê Brîtanyayê Michael Fallon doh ragehand ku biryara beşdarbûna welatê wî di operasyonên dijî DAIŞê de wê Brîtanyayê aramtir bike.

Fallon da zanîn ku êrîşên şeva borî yên welatê wî kêlgeha el-Umer a petrolê li rojhilata Sûriyê hatiye bombebarankirin.