Veqetandina binkeyê Încirlikê bo NATOyê tê çi wateyê?

Binkeyê Încirlikê ji firokeyên NATOyê re hat veqetandin. Hat ragihandin ku bi vê biryarê armanc ew e têkoşîna li dijî DAIŞê a hêzên hevpeymanî were bihêz kirin.

K24 - Enqere

Binkeyê Încirlikê ji firokeyên NATOyê re hat veqetandin. Hat ragihandin ku bi vê biryarê armanc ew e têkoşîna li dijî DAIŞê a hêzên hevpeymanî were bihêz kirin. Ev biryar bû cihê niqaşan ku li parlamentoya Tirkiyê nehatiye nirxandin.

Binkeyê Încirlikê berî niha ji hêzên Emerîkî re hatibû vekirin. Niha jî biryar hate dayîn ku Almanya û Brîtanya jî di nav de dewletên din ên endamên NATOyê wê binkeyê bikar bînin. 

Pisporên siyasetê rexne li biryarê girtin û gotin armanc ne ew e ku bi DAIŞê re têbikoşin, armanc ew e şert û mercên şer werin amadekirin: Di vê derbarê de Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Îlhan Uzgel got: “Heger hûn hêzeke leşkerî li Tirkiyê vehewînin û ev ne bo seremoniyekê be, divê biryara parlamentoyê hebe. Ev şert nehate bicihkirin. Mixabin tu kes vê yekê niqaş nake.“

Ji aliyê din ve pispor peymanên navneteweyî bibîr tînin û dibêjin eger dewleteke NATOyê bikeve şer pêwîst dike ku hemû endamên NATOyê piştgiriyê bidin wê dewletê. 

Her wiha pisporan amaje bi wê yekê kir ku ev geşedanên dawî ji ber gefa şer a li herêmê ye. Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Mustafa Sitki Bîlgîn jî wiha dibêje: “Gava em berê xwe didin rewşa şer a li Sûriyê, wekî ku li ber çavan e, li Rojhilata Navîn her ku diçe têkoşîneke dijwar çêdibe. Niha gefek li dijî Tirkiyeya endamê NATOyê jî heye.“

Siyasetmedaran bal kişan din ser aloziya li Rojhilata Navîn û dibêjin pêwiste Tirkiye bi baldarî tevbigere. Lê belê di warê têkoşîna dijî DAIŞê de jî giringiyê bi hevkariya dewletên hevpeyman dibînin.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Îlhan Uzgel

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Mustafa Sitki Bîlgîn