Rêveberiya Kobanê nasnameyan dide welatiyan

Herçiqas li Rojavayê Kurdistanê kar bi wan tê kirin lê rejîma Sûriyê îtirafê bi wan belge û nasnameyan nake ku Rêveberiya Xweser derdixe.

K24 - Kobanê

Navenda Naxweyeyî ya Nifûsa bajarê Kobanî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye damezrandin li ser  derxistina belge û nasnameyan kar dike, daku welatî bikaribin wê nasnameyê di hundirê sînorên Rojavayê Kurdistanê de bikar bînin.

Karmendeke jin a wê navendê ji K24ê re got ku ew belge û nasname tenê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tên qebûlkirin û di nav sînorên Rojavayê Kurdisatê de tên bikaranîn.

Li gor agahiyên K24ê, ew pêngav wiha dike ku pirsgirêk ji xwendevanên zanîngeh û karmendên ku li derveyî Rojavayê Kurdistanê kar dikin derkevin ji ber rejîma Sûriyê îtirafê bi wan belge û nasnameyan nake ku Rêveberiya Xweser derdixe.

Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê ji aliyê şervanên Kurd û Pêşmergeyên Kurdistanê ve karmendên nifûsê yên bajarê Kobanî vegeriyan ser karên xwe û bi hezaran dosyayên tomarkirina navên welatiyan ji bin avahiyên wêrankirî derxistin û berhev kirin.

Karmendên nifûsê ji nû ve dest bi çêkirina girêbestên hevjînî û nasnameyên kesayetî li wê navendê dikin ku ji aliyê Desteya Navxweyî ya Kantona Kobanê ve hatiye pêkanîn.

Karmendekî ji Desteya Navxweyî ya Tomarkirina Welatiyan ji K24ê re got ku ew ji nû ve navê welatiyan tomar dikin lê ne li ser lîsteyên berê yên nifûsê di dema rejîmê de, ew lêsteyên nû taybet bi Rêveberiya Xweser tomar dikin.

Wî karmendî eşkere kir ku ji Nîsana 2014an û heta niha wan navê 1500 zarok  û 500 girêbestên hevjînî tomar kirine.