Qedexe û pevçûnên li Diyarbekirê berdewam in

Di van herdu rojên dawî de bi şev û roj dengên çekên hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan nasekinin û gelek welatiyan jî malên xwe bicîh hiştine.
author_image Hesen Kako

K24 – Diyarbekir

Qedexeya derketina derve ya li navçeya Sûra Diyarbekirê di roja 4emîn de didome. Di van herdu rojên dawî de bi şev û roj dengên çekên hêzên ewlehiyê û xwenîşanderan nasekinin. Gelek welatiyan malên xwe terk kirine û çûne ba merivên xwe yên li taxên din.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ragihand ku di pevçûnan de 25 kes birîndar bûne. Li 12 Taxên Hezro û Licê jî operasyon li herêmên çiyayî berdewam in.

Polîsan hemû rêyên têketin û derketina navçeya Sûrê girtine. Hinek kesên ku dixwazin derbasî malên xwe yên ne di nav pevçûnan de ne bibin destpêkê ji aliyê polîsan ve tên kontrol kirin. Otomobîlên zirxpoş û ambulans li têketina navçeyê digerin. Operasyon, pevçûn, qedexe û astengan hinek welatî perîşan kirine.

Derbarê rewşê de welatiyek ku naxwaze navê xwe bide wiha dibêje: "Em dixwazin hemu kes deng bidin Surê.Kurdno bibin yek heger hun nebin yek hunê biçin yek bi yek.îro sure sibê Baglare,Kosuyoluye,Kayapinare bila kesek nebê tiştek bimin nayê."

Taxên ku qedexeya derketina kuçe û kolanan lê hatine ragihandin ev in: Cevatpaşa, Fatîhpaşa, Dabanoglu, Hasirli, Cemal Yilmaz û Savaş. Parêzgeriya Diyarbekirê, amaje bi wê yekê dike ku heta xendek, asteng û xwenîşander di nav bajar bin dê operasyonên wan berdewam bikin. Xwenîşander jî radigihînin ku, ew li hemberî hêzên ewlehiyê ti gavan paş de navêjin.

Welatiyekî din jî nerînên xwe wiha tine ziman: "Vana hêzên xwe pir zêde anîne vira. Em jî û hemu cîhan jî tenê temaşe dikin. Wek tê dîtin her derê wêran kavil dikin."

Ji aliyê din ve Rêxistinên Bajêr ya Partiya Herêman a Demokratîk DBP, Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û hinek saziyên civakî yên sivîl li 3 navçeyên Diyarbekirê bi çalakiyan operasyon û qedexe protesto kirin. HDP û DBP dibêjin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê hevdîtin bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Ebdullah Ocalan re dîsan bên kirin.