Rice: Bi hevkariya Hêzên Pêşmerge DAIŞ lawaz bûye

Şêwirmenda Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê ragehand ku bi hevkariya Hêzên Pêşmerge DAIŞ lawaz bûye û gelek navçe ji dest dane.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê ragehand ku bi hevkariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê DAIŞ lawaz bûye û gelek navçeyên ku di bin kontrola wê de bûn ji dest dane.

Di hevdîtinekê ligel televizyona CNN a Amerîkî de Şêwermenda Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê Susan Rice, got ku ji destpêka pêkanîna Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ di sala 2014an de û heta niha rewş li ser erdê hatiye guhertin .

Rice da zanîn ku bi alîkariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê li ser erdê û piştevaniya operasyonên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê DAIŞê ji sedî 20-25 navçeyên ku ji Hezîrana 2014an ve li Iraqê kontrolkiribûn ji dest dane.

Wê berpirsa Amerîkî bal kişand ser rizgarkirina qezaya Şingalê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanê. Rice, herwiha eşkere kir ku di dema niha de ti metrsî li ser paytexta Iraqê Bexdayê nemaye û got ku hêzên hevpeyman li Sûriyê jî karîne hinek navçeyan ji dagîrkirina DAIŞê rizgar bikin wek bajarê Kobanê.