Penaberên Efrînê miriyên xwe li Herêma Kurdistanê dispêrin axê

JI nebûna rêya çûnê bo Efrînê, penaber neçar dimînin miriyên xwe li goristana kamp bispêrin axê
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Penaberên Efrînê yên li kampên Herêma Kurdistanê dimînin, ji ber nebûna rêya çûnê, miriyên xwe li kampan diveşêrin.

Mihemed û dayika xwe, du welatiyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne ku niha li kampekê li derdora Hewlêrê dimînin. Bavê Mihemd di şerê li Helebê de winda bûye û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Mihemed diyar dike ku, dapîra wî beriya demekê canê xwe ji dest daye, ji ber ku rêya di navbera Cizîrê û Efrînê de hatiye birîn, ew neçar man ku termê dapîra xwe li goristanek biçûk li tenişta kampê bispêre axê.

Niha herêma Efrînê ji 3 aliyan di bin dorpêça îslamiyên radîkal de ye, aliyê çarem jî Tirkiyê ye ku çûn û hatin li wê derê jî gelek aloz e.