Komkara Erebî Tirkiyê bi “destêwerdana” Iraqê tohmetbar dike

Komkara Erebî hatina hêza Tirkiyê bo Iraqê şermezar dike û bi “Destêwerdan” binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Komkara Erebî hatina hêza Tirkiyê bo Iraqê şermezar dike û bi “Destêwerdan” binav dike.

Serokê Komkara Erebî Nebîl el-Erebî îro, 6ê Kanûnê, di konferansekî rojnamevanî de ragihand ku, destêwerdana Tirkiyê ji xaka Iraqê re hemû belge û biryarên Netewên Yekbûyî binpê dike.

Wezareta Derve ya Iraqê duh balyozê Tirkiyê li Bexdayê xwastibû û nerazîbûna Iraqê anîbû ziman, herwiha daxwaz jê kir jî ku leşkerên Tirkiyê yên li derdora Mûsilê vekişînin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu gotibû ku, ew leşkergeh 30 k.m li bakurê rojhilatê Mûsilê ye, ji salekê de li ser daxwaza parêzgerê Mûsilê hatiye avakirin û bi hevrêzî bi Wezareta Bergîriyê yê Iraqê.

Li gor medyayê Tirkiyê ku, hejmara wê hêzê 150 leşker e û navbera 20-25 tankan ligel wan e, li Beşîqeyê bi mebesta perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bicih bûne.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Iraqê Fûad Mehsûm duh, derbasbûna leşkerên Tirkiyê ji xaka Iraqê re, binpêkirina yasayên navdewletî ne, daxwaz ji Tirkiyê kir ku leşkerên xwe ji xaka Iraqê vekişîne. 

Ji 9-10 Hezîrana 2014an ve, Mûsil di bin destê çekdarên rêxistina DAIŞê ya radîkal de ye, niha jî behsa azadkirina wê ketiye rojevê.