Nûnerê PYD: Em encamên kongreya Riyadê qebûl nakin

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje ku “Kî bibêje hevrêziya me bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re heye derewan dike.”

K24 – Navenda Nûçeyan 

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje ku “Kî bibêje hevrêziya me bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re heye derewan dike.”

Nûnerê PYD li Fransayê Xalid Îsa îro, 6 Kanûnê, ji K24ê re ragihand ku “her kesek bibêje ku hevrêzî di navbera me û Esed de heye, derewan dikin.”

Serokê Sûriyê Beşar Esed ji rojnameya “Sunday Times” ya Brîtanî ragehandibû ku êrşên asmanî yên Brîtanyayê bi ser nakevin ji ber niyeta wan ji bo jinavbirina terorê tune ye, herwiha eşkere kir ku tenê artêşa Sûriyê alîkariyê ji bo hêzên Kurdî pêşkêş dike.

Îsa got jî ku “Amerîka, Rûsya û Fransa hemû li DAIŞê dixin, herwiha em jî li DAIŞê dixin, lê ev nayê wateya ku ti hevrêzî di navbera me de hebe.” 

Îsa derbarê civîna Riyadê ya opozîsyona Sûriyê û beşdarînekirina PYD di civînê de got:“Gava Rêveberiya Xweser nedin berçavê xwe, gava hêza ku 30 hezar k.m birêve dibe amade nebe, dê ti encamek erênî ji wê kongreyê dernekeve.”

Îsa got jî, ti kes nikara encam û biryarên ku ji civîna Riyadê derkeve, li ser wan ferz bikin.