Tirkiyê şandina hêza xwe bo Iraqê radiwestîne

Li gor medyaya Tirkiyê hejmara wê hêzê 150 leşker e û bi mebesta perwerdekirina hêzên pêşmerge li Başîqe bicîh bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand ku dê şandina hêza xwe bo Iraqê rawestîne.

Wezareta Dereve ya Iraqê berî niha balyozê Tirkiyê yê Iraqê agehdar kiribû û nerazîbûna xwe derbarê wê hêzê de anîbû ziman, herwiha  daxwaz jê kiribû ku leşkerên xwe ji wê navçeyê vekişînin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ragehand  ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di peywendiyeke telefonî  de ji Serowezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye ku ew dê şandina hêza xwe bo Iraqê rawestînin.

Li gor medyaya Tirkiyê hejmara wê hêzê 150 leşker e û bi mebesta perwerdekirina hêzên pêşmerge li Başîqe bicîh bûne.

Komkara Erebî hatina hêza Tirkiyê bo Iraqê şermezar kir û da zanîn ku destêwerdana Tirkiyê li Iraqê hemû peyman û biryarên Neteweyên Yekbûyî bin pê dike.

Ji aliyê xwe ve Serokomarê Iraqê Fûad Masûm duh gotibû ku derbasbûna hêza Tirkiyê bo welatê wî binpêkirina yasayên navdewletî ye.