Amerîkî ligel şandina hêzê ne bo Îraq û Sûriyê

Di referandûmeke CNN a Amerîkî de, diyar dibe ku piraniya xelkê Amerîkayê, ji siyaseta serokê wî welatî ya derbarê DAIŞê de n razî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

 

Di referandûmeke CNN a Amerîkî de, diyar dibe ku piraniya xelkê Amerîkayê, ji siyaseta serokê wî welatî ya derbarê DAIŞê de n razî ne.

Li gor wê referandûmê, ji sedî 64ê Amerîkiyan ji şêwazê siyaaseta Barack  Obama ku ligel gefên DAIŞê tevdigere nerazî ne.

CNN diyar dike ku ev referandûm, cara yekemîn e bi vî awayî tê kirin. Di referandûmê de eşkere dibe ku ji sedî 53ê Amerîkiyan dixwazin Amerîka hêzên bejayî bişîne Iraqê û Sûriyeyê.

Di heman referandûmê de tê gotin ku ji her 10 kesan 6 jê, ne ligel siyaseta Obama ne bê çawa ligel DAIŞê tevdigere. Referandûm berî êrişên roja 02.12.2015ê li bajarê Bernardîno yê eyaleta Kalîforniyayê hatiye kirin, ku bûbû sedema kuştina 14 kesan û birîndarbûna nêzîka 20 kesên din.

Li gor heman referandûmê ji sedî 81ê welatiyan di wê baweriyê de ne ku gefa terorê li ser Amerîkayê heye. Ji sedî 89ê Amerîkiyan jî wiha dibînin ku DAIŞ gef û metirsiyeke sereke ye bo ser Amerîkayê. Piştî DAIŞê jî Îran û Koreya Bakur tên.

 

 

Çavkanî: CNN