"Nabe şerê DAIŞê wek şerê li dijî îslamê bê dîtin"

Serokê Amerîkayê Barack Obama di gotarekê de li Koşaka Sipî got ku, Amerîka bi hemû şiyanên xwe şerê li dijî DAIŞê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîkayê ragehand ku, ji bo têkşikandina DAIŞê divê welatên musliman jî beşdarî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bibin.

Serokê Amerîkayê Barack Obama di gotarekê de li Koşaka Sipî got ku, Amerîka bi hemû şiyanên xwe şerê li dijî DAIŞê dike.

Li  gor Barack Obama, çênabe şerê Amerîka ligel DAIŞê dûr û dirêj bibe, ji ber rêxstina têrorîst a DAIŞê vê yekê dixwaze û got: “Çekdarên DAIŞê dizanin ku ew di şerê li dijî me de biser nakevin, lê ew dizanin jî eger me naveyek din dagîr kir, ew dikarin jibo demek dirêjtir bimînin.”

Obama behsa plana welatê xwe di şerê li dijî DAIŞê de kir û wiha axifî: "Amerîka bi 3 awayan şerê DAIŞê dike, êrîşên esmanî, operasyonên hêzên taybet û alîkariya hêzên li ser erdê, ku Pêşmerge take hêz e ku serkeftinên mezin li ser erdê bidest xistine."

Barack Obama tekez kir ku, nabe şerê Amerîka û DAIŞê wek şerê Amerîka li dijî Misilman û ola îslamê bê naskirin û eger em bixwazin DAIŞê têkbişkînin “Divê welatên misilman jî têkevin nav Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê."