Hatina leşkerên Tirk û nerazîbûna Iraq û Îranê

Bicîhbûna leşkerên Tirk li derdora parêzgeha Mûsilê di navbera Iraq, Tirkiye û Îranê de bû sedema devjengiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bicîhbûna leşkerên Tirk li derdora parêzgeha Mûsilê di navbera Iraq, Tirkiye û Îranê de bû sedema devjengiyê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dibêje divê Tirkiye leşkerên xwe ji Iraqê vekişîne. Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî nameyek ji Ebadî re şand û diyar kir ku ew dê giringiyê bidin hişyariyên Iraqê.

Bicîhbûna şewrirmendên leşkerî yên Tirkiyeyê li derdora bajarê Mûsilê ku di çapemeniya Tirkiyeyê de belav bûbû metirsî heye bibe sedema qrîzeka mezin. Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Hûsên Emîr Ebdullahiyan li ser vê mijarê nerazîbûn nişan da û got: "Tirkiye divabû ji rêveberiya Bexdayê destûr bixwesta. Ev helwesta Tirkiyeyê şaş e."

Wezareta Derve ya Tirkiyeyê rexne li daxuyaniyên Îranê girt û diyar kir ku Îran ew dewlete hevkariya rejima zordest a Şamê dike, lewma ew giringiyê nadin daxuyaniyên Îranê.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ragihand ku eger Tirkiye di nav 48 saetan de leşkerên xwe ji Iraqê venekişîne ew ê serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bidin.

Herçiqas Ebedî wiha bibêje jî parêzgerê Misûlê yê berê Esîl Nucêfî iddia dike ku çûna leşkerên Tirk a li derdora Mûsilê di çarçoveya hevpeymaniyeke di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ye û demek berê Ebadî û Davutoglu li ser vê mijarê lihevkiribûn.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî di vê derbarê de duh ji Heyder Ebadî re nameyek şand. Davutoglu di nameya xwe de li ser hebûna leşkeran agahî dan Ebadî û da zanin ku heta Iraq nexwazê ew leşkeran naşînin û dê hişyariyên Iraqê li ber çav bigirin.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihandibû ku hatina şewirmendên leşkerî di çarçoveya perwerdekirina hêzên Heşda Niştimanî de ye û di navbera Iraq û Tirkiyeyê de hevkariyeke leşkerî ya li dijî DAÎŞê ye.

Sê roj berê hejmarek şewirmendên leşkerî yên Tirkiyeyê li derdora parêzgeha Misûlê digel 25 tankan bicih bûbûn.