Navendeke leşkerî ya Sûriyê hat bombardiman kirin

Berdevkê Hevpeymaniya Navdweletî Steve Waren red kir ku firokeyên wan ew navenda rejîma Sûriyê kiribin armanc.

K24 - Navenda Nûçeyan

Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê navendeka leşkerî ya rejîma Sûriyê ku tê de leşkerên wî welatî dihatin perwerdekirin bombardiman kirin.

Li gor ajansa fermî ya Sûriyê SANA, îro danê sibehê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, navendeka perwerdekirina leşkerên Sûriyê li parêzgeha Dêrazorê bombardiman kirin û di encam de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin û 13ê din jî birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve Wezareta Derve ya Sûriyê ew operasyona Hevpeymaniya Navdewletî şermezar kir û ragehand ku ev êrîş li dijî peyman û yasayên navdewletî ye. Li gor wezareta navbirî, 4 firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bi 9 roketan navendeke leşkerî ya li bajarê Dêrazorê kirine armanc.

Li aliyê din Berdevkê Hevpeymaniya Navdweletî Steve Waren red kir ku firokeyên wan ew navenda rejîma Sûriyê kiribin armanc.