Li Batmanê qeza; ji malbatekê 4 kes mirin

Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîqê de ji malbatekê 4 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

K24 – Batman

Li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîqê de ji malbatekê 4 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî birîndar bû.

Qeza, şevê din li nêzikî gundê bi navê Karpuzlu yê girêdayî navçeya Hezoyê çêbû. Li gor agahiyan, barhilgira bi plaqeya 73 DV 364 ku barê wê kevirên ponza bû saet derdora 6ê êvarê ji paş ve li otomobîla ku plaqeya wê 21 HC 719 bû xist.

Di qezayê de barhilgir bi ser otomobîlê de qulibî û şofêrê wê Abdurahman Karabulut ê 58 salî, kurê wî Înan Karabulut ê 23 salî, keça wî Esra Karabulut a 5 salî û merivekî wan Mistefa Çetînbaş ê 27 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan.

Di qezayê de Buşra Karabulut a 7 salî birîndar bû. Mirî û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê ya Batmanê.  Şofêrê barhilgirê teslîmî cendermeyan bû û ew jî li nexweşaneyeke taybet tê dermankirin. Derbarê qezayê de lêpirsin didome.