Elmanya 5 nexweşxaneyan li Şingalê ava dike

Hikûmeta Elmanî dê biqasî 70 milyon euro alîkariyên mirovî pêşkeşî Iraqê bike.

K24- Navenda Nûçeyan

Elmanya dê 5 nexweşxaneyan li Şingalê ava bike, di sala nû de jî wê biqasî 70 milyon euro alîkariya Iraqê bike.

Wezîrê Derve yê Elmanyeyê, Frank Walter Steinmeier îro, 7ê Kanûnê, li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî û Wezîrê Derve, Ibrahîm Ceiferî civiya.

Steinmeier di konferansekî rojnamevamî yê hevbeş de ligel Ibrahîm Ceiferî ragehand ku, dê welatê wî 5 nexweşxaneyên meydanî yên gerok li Şingalê ava bike, piştî azadkirina wê deverê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve.

Wezîrê Elmanî aşkere kir jî ku, welatê wî dê di sala 2016an de biqasî 70 milyon euro alîkariyên mirovî pêşkeşî Iraqê bike, lê diyar nekir ku dê ew alîkarê bigehên Herêma Kurdistanê jî yan na.

Ji aliyek din ve, Çavkaniyekê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê ji K24ê re got ku biryar e Wezîrê Derve yê Elmanyayê îşev bigihe Hewlêrê û sibe bernameyê wî yê kar li Herêma Kurdistanê dest pê dike.