Li Rojava kongreyekî hevşêweyê kongreya Riyadê tê lidar xistin

Ji nav Kurdan tenê nûnerên ENKS bo kongreya Riyadê hatine vexwendin

K24- Qamişlo

Li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê kongreyekî hevşêweyê kongreya Riyadê ya opozîsyona Sûriyê birêve diçe.

Biryar e sibe, 8ê Kanûnê, kongreyê hevgirtina opozîsyona Sûriyê li paytexta Erebistana Siûdiyê, Riyad, birêve biçe.

Di vî kongreyî de ne nûnerê Rêbeveriya Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û ne jî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û YPGê û YPJê nehatine vexwendin.

Lewma dê di heman dema destpêkirina kongreya Riyadê de, kongreyek li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê birêve biçe.

Kongreyê Riyadê wê heta 10 Kanûnê berdewan bike, lê kongreyê Rimêlan dê heta 9ê mehê berdewam be.

Di kongreyê Rimêlan de, wê aliyên ku ji bo kongreya Riyadê nehatine vexwendin beşdar bin.

Li gor peyamnêrê K24 li Qamişlo, dê her yek ji PYD, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (ku YPGê û YPJê ji pêkhateyên wê ne), Bereya Goranê, Partiya Komunist a Sûriyê, Tevgera Sosyalistên Ereb, Yekîtiya Erebî ya Sosyalist, Yekîtiya Siryanî, Partiya Pêşverû ya Demokratîk a Kurd (Ebdulhemdî Hec Derwêş), Partiya Demokrata Kurd (Nisredîn Ibrahîm), Partiya Demokrata Kurd (Cemal Mela Mehmûd), Partiya Çep a Kurd li Sûriyê.

Li gor ku hatiye belavkirin jî, dê Desteya Hevahengiya Niştimanî li Sûriyê (ku PYD pêkhateyek wê ye) û Şepêla Qemih (Genim) jî di kongreyê Rimêlanê de beşdar bin, tevî ku serokê her du pêkhateyên navborî di nav endamên kongreya Riyadê de ne.

Piştî dûrxistina PYD ji kongreya Riyadê, niha 3 kes ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û endamekî din ê Kurd di Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê de hatine vexwendin.

Di kongreya Riyadê de (ku bi piştgiriyek navdewletî tê lidar xistin) wê şandeyeke hevgirtî ya opozîsyona Sûriyê were hilbijartin, ji bo ku di civînên navdewletî de danûstanê ligel şandeya rejîma Sûriyê bike, derbarê qonaxa veguhêz de li wî welatî.

Lê heta niha armancên kongreya Rimêlanê nediyar in.