Îsal 964 hezar penaxwaz gehiştine Elmanya

Praniya penaxwazan Sûrî û Efxanî ne

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Elmanyayê ragehan ku, di sala 2015an de 964 hezar û 574 penaxwaz derbasî wî wlatê bûn,

Wezareta Navxwe ya Elmanyayê îro, 7ê Kanûnê, diyar kir ku, di Cotmeha borî de wan 181 hezar û 166 penaxwaz tomarkiribû, lê di Mijdarê de hejmata penaxwazên ku derbasî Elmanyayê bûne 206 hezar û 101 kes bû.

Wezaretê aşkere kir ku, ji destpêka sala 2015an ve û heta niha 964 hezar û 574 penaxwaz derbasî Elmanyayê bûne, lê heta niha hemû penaxwazan navê xwe li cem dezgehên pêwendîdar tomar nekiriye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Elmaniya, regeznameya hemû penaxwazan nehatiye zanîn, lê piraniya wan Sûrî û Efxanî ne.

Amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî diyar dikin ku, di Mijdarê de 140 hezar penaxwaz bi rêya Deryaya Spî gehiştine welatên rojavayê Ewropayê.