Herêma Kurdistanê: Emê her tiştî bo Efrîna xweragir bikin

Ev bû demek ku Efrîn di bin dropêça çekdarên radîkal de ye û berdewam tê topbarankirin.

K24- Hewlêr

Serokatiya Herêma Kurdistanê dorpêça li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi tundî şermezar dike û radighîne ku “tiştê ji dest bê emê ji Efrînê re bikin.”

Ev bû çend meh ku herêma Efrînê ji 3 aliyan ve di bin dorpêça çekdarên îslamî yên radîkal de ye, ev bû heftiyek jî ku wan grûpên îslamî bajarok û gundên herêmê topbararn dikin.

Di vê derbarê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro, 7ê Kanûnê, dorpêça li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û ragehand ku “Di demekê de ku civaka navdewletî mijûlê dîtina çareseriyekê ye bo krîza Sûriyê (…) rêxistinên radîkal ên mîna Eniya Nusreyê Efrîn dorpêç kirine û topbaran dikin.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa îslamiyên radîkal li ser Efrînê bi “karek qirêj û nemirovane” binav kir û bi tundî şermezar kir û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku himber “bajarê xweragir ê Efrînê” di asta berpirsyariyê de be “û bi awayekî cidî hewla rakirina dorpêçê bide.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navdewletî û xêrxwazî hatiye kirin ku pêwîstiyên jiyanê bo “xuşk û birayên me yên xweragir li Efrînê bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de, Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar dike ku “Bi xuşk û birayên xwe yên xweragir yên li bajarê Efrînê û derdora wê radigihînîn ku em li gel êş û azarên we ne û ji bo hevkarîkirina we ewê ku ji destê bê kêmasiyê nekin.”