Iraq: Tirkiyê hêzên xwe vekişandin

Wezareta Bergirî ya Iraqê diyar dike ku ew gava Tirkiyê wek nîşandana niyaz pakiyekê tê.

K24- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê ragehand ku, Tirkiyê hêzên xwe yên li ser sînor vekişandin.

Berdevkê Wezareta Bergirî ya Iraqê, Nesîr Nûrî êvara îro, 7ê Kanûnê, ragihand ku, Tirkiyê hêzên xwe yên ku li ser sînor vekişandin “wek nîşandaniya niyaz pakiyê.”

Roja 4ê mehê, hêzeke Tirkî gehiştibû eniya Başîqe ya sînorê Mûslê. Ev yek jî bibû cihê dilgiraniya Iraqê û daxwaza vekişandina demlidest a wê hêzê kiribû.

Nesrî Nûrî diyar kir ku, beriya niha Tirkiyê hêzeke din li sînorê ligel Iraqê bicih kiribû, lê niha ew hêz vekişandiye.

Berdevkê Wezareta Bergirî ya Iraqê tekez kir jî ku, hêza hatiye vekişandin ne ya li eniya Baîşqe bicih bibû ye.

Ajansa Anadolê ya nîv fermî li Tirkiyê belavkiriye ku, hejmara wê hêzê 150 leşker e û navbera 20-25 tankan ligel wan e, li Beşîqeyê bi mebesta perwerdekirina Hêzên Pêşmerge bicih bûye.