Kongreya Avûhewayê spasiya Pêşmergeyan dike

Şandeyek ji Parêzgeha Hewlêrê di kongreyê de beşdar bû
kurdistan24.net

K24- Hewlêr

Di kongreya avûhewayê ya li Parîsê de, beşdarbûya serkeftinên Pêşmerge bilind nirxandin û spasiya wan kirin.

Roja 30ê Mijdarê, 21emîn Konferansa Guhertina Avûhewa ya Cîhanî li Parîsê bi beşdariya 195 welatan hatibû lidar xistin.

Di çarçoveya çalakiyê 7 rojên kongreyê de, civîna taybet bi hikûmetên xwecihî yên bajarên herî mezin li cîhanê jî birêve çûbû, ku şandeyek ji parêzgeha Hewlêrê jî têde beşdar bû.

Parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî, ku serpereştiya şandeyê dikir ji K24 re got: “Parêzgeha Hewlêrê wek yek ji bajarên mezin ên cîhanê beşdarî kongreya avûhewayê li Parîsê bû, beşdarbûyan behsa pirsa terorê kirin, di vê derbarê de jî qehremaniya Hêzên Pêşmerge bi şanazî anîn ziman û spasiya wan kirin.”