Adele bi “dizîna” awazeke Ahmed Kaya tohmetbar e

Hevjîna Ahmed Kaya di wê derbarê de daxuyeniyek da
kurdistan24.net

K24- Navenda Nûçeyan

Piştî belavbûna elboma (25) stranbêja Brîtanî, Adel, Kurden Bakurê Kurdistanê li ser torên civakî ew stranbêj bi dizîna awazeke Ahemd Kaya tohmetbar dikin.

Kurdên Bakur li ser torên civakî diyar dikin ku, awaza strana Adel a bi navê (Million Years Ago) heman awaza strana (Acılara Tutunmak) ya Ahmed Kaya ye ku di sala 2000an de berhemanîbû.

Lê di bermaber de hin kesên din kenê xwe bi mijarek wiha dikin.

Hevjîna Ahmed Kaya, Gulten di wê derbarê de ji rojnameya Posta ya Tirkî re gotiye: “Ez bawer nakim ku kesek di lutkeya navûdengiya xwe de karekî wiha bike, lê eger tiştekî wiha hebe, ew dizî ye.”

Ahmed Kaya piştî ku biryar da di sala 1999an de bi zimanê Kurdî stranekê tomar bike, ji aliyê desthilatdarên Tirkiyê ve ber bi Fransayê ve hatibû nefîkirin, di sala 2000an de jî canê xwe ji dest da.

Elboma nû ya Adel bi navê (25) e, di 20ê Mijdarê de, li gor amarên kompaniyeya berhemhêner, nêzîka 2 milyon dane ji wê albomê hatiye firotin.