Li Diyarbekirê mizgefteke dîrokî hat şewitandin

Li Bakurê Kurdistanê êdî dîrok jî tê jinav birin. Di pevçûnên li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê de Mizgefta Dîrokî ya bi navê Kurşunlu şewitî.

K24 – Diyarbekir

Li Bakurê Kurdistanê êdî dîrok jî tê jinav birin. Di pevçûnên li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê de Mizgefta Dîrokî ya bi navê Kurşunlu şewitî. Ji ber ku agir bê vemirandin karmendên agirvemirandinê bo cihê bûyerê hatin veguhestin. Lê ji ber ku qedexe li derdora mizgeftê jî heye midaxele baş nehat kirin û piraniya mizgeftê şewitî.

Qedexeya derketina derve li 6 tax û rêyeke Diyarbekirê di roja 7emîn de didome. Li her 6 taxan pevçûnên di navbera endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz YDG-Hê û Hêzên Ewlekariya Dewletê de berdewam in. 

Di pevçûnan de doh Mizgefta bi navê Fatîh Paşa ango Kurşunlu şewitî. Mizgefta Kurşunlu beriya 500 salan Osmaniyan li Diyarbekirê ava kiriye. Li Diyarbekir berhema Osmaniyan ya yekem ev mizgeft e. 

Beriya 2 rojan polîsekî Tirk yê endamê tevgera taybet, li nêzîkî mizgefta navbirî bi guleya Qenasê canê xwe ji dest dabû. Parêzgeriyê diyarkiribû ku, xwenîşanderan ji mizgeftê gule li polîsan reşandibûn.